Balafirên Tirkiyê êrîsî Serêkaniyê û Girê Spî dikin

Balafirên Tirkiyê êrîsî Serêkaniyê û Girê Spî dikin

PeyamaKurd - Piştî ku Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan destpêkirina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) ragihand, balafirên şer ên tirk jî gundê Mişrefê yê Serêkaniyê bombebaran kirin. Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê jî balafirên tirk navbera Girê Spî û Serêkaniyê bombardiman dikin. Herwiha li gorî çavkaniyan xelkê deverên di bin êrîşê de jî niha terka malên xwe didin.

Tê ragihandin ku niha êrîşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê hevdem li Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dike û televizyonên Tirkiyê jî êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê bi zindî belav dikin.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku balafirên şer ên tirk pêşî gundê Mişrefê yê Serêkaniyê bombebaran kirin û ji herêmê 4 caran li ser hev dengê teqînan hatilye û duxan ji gund bilind bûye.

Hat ragihandin ku berî operasyona Tirkiyê dest pê bike, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî li dorûbera Serêkaniyê û Dêrikê firînên dewriyeyê pêkanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin