Balyozê Japon: Bijî Kurdistan, bijî Serok Barzanî!

Balyozê Japon: Bijî Kurdistan, bijî Serok Barzanî!

PeyamaKurd - Balyozê Japonya yê Iraqê li ser serdana xwe ya bo Serok Barzanî peyamek belav kiriye û tê de got: “Ez hêviya berdewamiyê ji bo Serok Barzanî dixwazim, wek rêvebirekî bihêz e ji bo îstiqrara Herêma Kurdistanê.”

Balyozê Japonê yê Iraqê Futoshi Matsumoto doh li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê got ku wî serdana Serok Mesûd Barzanî kiriye.

Balyoz Matsumoto got: “Li gel Serok Barzanî, me behsa dîroka Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonê de kir.”

Dawiyê jî got, “Bijî Kurdsitan, bijî Serok Mesûd Barzanî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin