Balyozê Rûsyayê xatir ji Serok Barzanî xwest

Balyozê Rûsyayê xatir ji Serok Barzanî xwest

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir û balyozê rûsî ji ber bidawîbûna erka xwe xatir xwest.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro Çarşemê, 9ê Îlonê li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin kir, ku Balyozê Rûsyayê ji ber bidawîhatina erkê xwe û bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Hate diyarkirin ku Balyozê Rûsyayê spasiya Serok Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê kir, ku di dema karê wî de bo biserxistina erkê wî hevkar û hevaheng bûne.

Balyozê Rûsyayê bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên navbera Rûsya û gelê Kurdistanê û ragihand ku welatê wî di her rewşê de bi girîngî ve li peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo wan girîng e.

Kutrashev pesnê bizavên serkirdetiya Herêma Kurdistanê da ku nehiştine Herêma Kurdistanê bibe parek ji wan alozî û arîşeyên deverê.

Serok Barzanî jî bal kişand ser westgehên girîng ên peywendiyên navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê di sedsala borî de û destxweşî li Balyozê Rûsyayê kir, ku di dema erkê xwe de roleke girîng di pêşxistina peywendiyên her du aliyan de lîstiye û herwiha daxwaza serkeftinê di karê wî yê paşerojê de bo wî xwest.

Di beşeke din a civînê de, behsa rewşa siyasî û aloziyên deverê û bandora wan li ser paşeroj û aramiya Iraq û deverê hat kirin. Dîsa nirxandineke erênî bo peywendiyên niha yên navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.