PeyamaKurd- 13 baroyên Bakurê Kurdistanê, li ser binçavkirina Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî, li Diyarbekirê daxuyaniyeke hevpar da û bi rêya vê daxuyaniyê, desteserkirina Fîncanci şermezar kir.
Daxuyanî, ji aliyê rêveberên baroyên Diyarbekir, Agirî, Semsûr, Êlih, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê ve hat dayîn û hat amajekirin ku Fîncancî ji aliyê hin dezgehên çapemeniyê ve û qada medyaya civakî ve wekî hedef hatiye nîşandan û partiya desthilatdar û partiyên din bi daxuyaniyên xwe xwestine li dadweriyê bandor bikin.
Her wiha bi rêya daxuyaniyê bal hat kişandin ku di peymanên navneteweyî de çawa parêzvanên mafên mirovan tên parastin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku
“Desteserkirina Şebnem Korur Fîncanci ya ji aliyê dadweriyê ve bê bingeh e û daxwaza serdozgeriyê jî wekî çavtirsandina saziyên civaka sivîl e û ev yek nayê qebûlkirin.”
Rayedarên Baroyê piştgiriya xwe ji bo Seroka TTBê ragihand û xwestin ku demildest serbest were berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin