PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller û heyeta pêre qebûl kir. Barzanî bi sedema alîkariya leşkerî ya bo Pêşmerge sipasiya Amerîkayê kir.
Di seredana heyeta Amerîka de li ser mijarên rewşa siyasî ya Iraqê, pêşdebirina têkiliyan yên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê, pêvajoya muzakereyan ya navbera Iraq û Amerîkayê, pêvajoya têkoşîna bi İŞİDê re, desteka civaka navdewletî ya di têkoşîna li dijî terorê ya Iraqê de, hewldanên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û behsa hilbijartinên ku dixwazin li Iraqê bibin hat kirin.
Bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Iraq û Hewlêrê de, divê her dû teref xebatên xwe bikin û hemfikrin ku civaka navdewletî pêwiste di vê mijarê de alîkariya Iraqê bike. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema desteka leşkerî ya bi 250 mîlyon dolarî ya desteka Amerîkayê ku bo Pêşmerge kiriye sipasiya Amerîkayê kir.
Di hevdîtinê de balyozê Amerîkayê yê Bexdayê Matthew Tueller bi qedirbilindî behsa çanda pêkvejiyana Herêma Kurdistanê kir û hem behsa rola Herêma Kurdistanê di îstîqrara herêmê de kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin