PeyamaKurd - Berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Sîweylî ragihand, biryara parlementoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, bi sûda Iraqê nîne ji ber ku pêwîstiya Iraqê bi alîkariya civak û hêzên navdewletî heye.
Hoşyar Sîweylî ji malpera fermî ya PDKê re got, rewşa Iraqê gelekî xirab û aloz bûye ku ji ber nakokiyên Îran û Amerîka hîn aloztir jî bûye.
Hoşyar Sîweylî behsa biryara parlementoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê jî kir û da xuyakirin, ew biryar bi sûda Iraqê nîne ji ber ku di rewşa niha de pêwîstiya Iraqê bi alîkariya civak û hêzên navdewletî heye. Ji ber ku li gel van aloziyan, metirsiya DAIŞê jî zêde bûye.
Berpirsê PDKê behsa rola Serok Mesûd Barzanî di çareserkirina kirîza Iraqê de jî kir û da zanî, "Serok Barzanî gelek caran hişyarî daye hikûmeta Iraqê û civaka dewletî û gotiye, eger rewşa Iraqê wiha bidome dê felaketên mezin biqewimin. Nakokiyên navbera şîeyan jî rewş zêdetir aloztir kiriye."
Hoşyar Sîweylî dest ji kar kêşana Adil Ebdulmehdî ji posta serokwezîrtiya Iraqê, wekî karekî xelet bi nav kir û got, "Ji ber ku Ebdulmehdî li gorî serokwezîrên berê yên Iraqê, baştir bû. Lazim bû firsendek zêdetir bidana wî, ji ber ku gelekî zehmet e kesek di demek kurt de bikaribe ev qas arîşeyan çareser bike."
Berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê li hember nakokiyên Îran, Amerîka û Iraqê, bêalî ye û diyar kir, eger Herêma Kurdistanê bikare dê hewla nehîştina aloziyan û aramkirina rewşê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin