Mismarî: “Kesê me wî girtiye pêsmerge nîne”

Mismarî: “Kesê me wî girtiye pêsmerge nîne”

PeyamaKurd- Li Lîbyayê kesekî ku li ser hesabê artêşa hukumeta niha ya Lîbyayê ku hukumeta rewa tê qebûlkirin û ji xelkê Sûriyê ye, ji aliyê hêzên general Hafter de hatiye girtin. Ew kes Kurdê Rojavaye lê têkiliyên wî bi ti partiyên Kurdistanê re tine ne û li ser hesabê xwe tevgeriye. Di çapemeniya Hafter de hatibû ragihandin ku ew ji Pêşmergeyên Roj e û ew şaş mane bê karê pêşmerge li Lîbyayê çi heye. Niha mijar zelal bû. Berdevkê artêşa general Hafter, Ahmed El Mismarî mijarê zelal kir û got ew kesê ku hatiye girtin, temsîlkarê ti aliyekî nîne û ew terorîst tenê xwe temsîl dike. Mismarî weha dewam kir:

“Me di civîna çapemeniyê ya xwe ya berê de gotibû ku em şaş mane bê Kurdekî çawa tê şandin bo şerî. Çawa dibe ku kesekî Kurd doza wî ya netewî hebe, bo hebûna xwe têbikoşe, ji Tirka zilmê bibîne û şerê xwe yê azadiyê bide ku ev şer heqqê wî ye, Îstîxbarata Tirka wî bo şer bişîne Lîbyayê?”

Mismarî got ku di destê wan de belgeyên weha hene û weha encama gotina xwe anî:

“Lê terorîst tenê xwe temsîl dikin. Ji eşîra min jî terorîst derketin. Lê ve terorîst tenê xwe temsîl dikin.”

Berdevkê çapemeniyê yên hêzên Hafter gotibûn ku ew kesên li dijî wan li cem hukumeta Lîbyayê cîh girtiye navê wî Şakir Ferman Boncuk e û ji pêşmergê Roj e. Lê rêvebiriya pêşmergeyên Roj dibêje ku ew ne pêşmergeye û çi têkiliya wî bi Pêşmergeyên Roj tine ye. Ew ji wan kesa ye ku dema li Sûriyê şer destpêkir, ji Kurd, Ereb, Sunnî an Şîa, Turkmen gelek kes reviyan Tirkiyê ku ew jî yek ji wan e.

Li aliyê dinê bavê Şakir Ferman Boncuk, Ferman Boncuk jî ragihandiye ku kurê wî yek rojekî jî pêşmergatiyê nekiriye. Ferman Boncuk weha got:

“Dema di sala 2015an de Şakir hat Kurdistanê, 3 birayên wî pêşmerge bûn. Li hemberê İŞİDê şer dikirin. Birakî wî şehîd ket, yek birîndar bû û yê dinê li ser karê xwe ye. Me dixwest ew jî bibe pêşmerge lê qebûl nekir. Di sala 2016an de çû Tirkiyê. Min ji wê çaxê de, wî ji ewladiyê red kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin