PDK û YNKê li ser destpêsxeriya Serok Barzanî û pêngavên bilez li hev kir

PDK û YNKê li ser destpêsxeriya Serok Barzanî û pêngavên bilez li hev kir

PeyamaKurd – Piştî civîna îro 16ê Gulanê ya şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku li bajarê Silêmaniyê civiyan, daxuyaniyeke hevpar hat belav kirin.

Di daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê de hat gotin: “Her du alî ji bilî ku destpêşxeriya Serok Barzanî bilind dinirxînin ku di dema pêwîst de hatiye, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku ligel aliyên din gavên pratîkî ji bo birêveçûna vê destpêşxeriyê bavêjin, ji bo navmala Kurdistanê birêk bixe û rûpeleke nû di hemû pêwendiyan de veke.”

PDK û YNKê ragihand: “Her du polîtburoyên PDK û YNKê piştevaniya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dikin, ji ber pesendkirina projeya rêkxistina darayî ku projeya hemû aliyên pêkhênerên Kabîneya Nehemîn e.”

Di beşeke din a daxuyaniyê hat diyarkirin: “Her du alî hevnêrîn bûn li ser bihêzkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û pêşxistin û bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema diyarkirî ya îsal de pêk werin.”

Herwiha hat destnîşkirin: “Her du alî dixwazin ku her kes di berdewamiya atmosfera biratiyê, karê bi hev re û nehîştina derzên berê de, hevkar be.”

Di dawiya daxuyaniya PDK û YNKê de hat gotin: “Her du alîyan biryar da ku weke tîmekê kar bikin û zincîreyek civînên din jî bikin ji bo dabînkirina atmosfereke libar di warê qanûnî û siyasî de, ji bo encamdana hilbijartinan û rûbirûbûna kêşeyên ku li herêmê hene.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin