PeyamaKurd – Keçika 8 salî ya bi navê Narîn Guran ku ji paşnîvroya roja Çarşemê ve winda bûye, tevî hemû xebatên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê jî hîn nehatiye dîtin.
Li gorî zanyariyên malbatê dane, Narîn Guran piştî ku diçe Kursa Qûranê venagere mala xwe û malbat ji bo dîtina wê hemû aliyên pêwendîdar agahdar dike.
Piştî agahdarkirinê jî xebatên lêgerînê ji aliyê tîmên Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD), Şaredarîya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û tenduristiya bajêr ve dest pê kirine ku hîn jî ji bilî dîtina şimika Narînê bi qasî 3 kîlometran nêzî mala wê, ti agahî jê nîne.
Dê û bavê Narînê ku li gundekî navçeya Rezan a Diyarbekirê dimînin, bangewaziyê dikin ku keça wan bê dîtin. Heta niha li ser sedema windabûna Narînê ti agahiyeke zelal bidest neketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin