Li Lîbyayê car din ser destpêkir

Li Lîbyayê car din ser destpêkir

PeyamaKurd – Li Lîbyayê bi navbeynkariya Neteweyên Yekgirtî agirbes hatibû ragihandin lê li bajarê El-Acaylat a rojavayê Lîbyayê şer destpêkir û di şer de gelkî kes mirin. Li aliyekî şer destpêkir û li aliyê dinê ji aliyê misyona NY ya Lîbyayê UNSMIL de hat ragihandin ku serokê UNSMIL ê Jan Kubis di asta navdewletî de bi rêvebiran re îstîşare kiriye û bo Konferansa 2 em ya Berlînê seredana Rûsya û Maltayê kiriye.

Vîdeoyên şerê li El-Acaylatê ketin ser çapemeniyê. Grûba di bin serokatiya Muhammed Bahrîn de ji bajarê Ez-Zawiye ku ji aliyê serdozger û wezareta karên hundir de lê digerin, 2 roj berê êrîşê ser mala kesê bi mexlesa Eş-Şalfuh yê bi navê Muhammed Bereke kirine.

Di avêtina ser malê de grûb, bombe avêtin mala Bereke û agir berdane zanî. Lê hêzên asayîşê xwe ji kolanên bajêr vekişandin. Çavkaniyên nefermî ragihînin ku di şer de 7 kes hatine kuştin.

Rêvebirên Lîbyayê, serokê konseyê Muhammed el-Menfi û hukumata Abdulhamid ed- Dibeybe û rêvebirên din bêdengin.

Hêzên tûxay a şer ya 444 em ya hukumetê, bo kesên li wan digerin bigrin, li rojavayê başûrê Trablûsê xwe bicîh kirine. Tûxay bi fermana fermandarê leşkerî yê Herêmê yê Trablûsê bo temîna ewlehiyê, bo li dijî şêlandinan û her devera ku lê îhlal tên kirin tevdigerin.

Li gor çapemeniya deverê; mîlîsên çekdar yên navçeya Zîntanê bo tûxayê rawestînin, li devera el-Aziziyê ku dikeve devera rojavayê bakûrê Tarblûsê, civiyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin