PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd ê ji herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê Kemal Ebdî ku yek ji kesayetên endamê destpêkê yê sala 1957an ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, îro 17ê Mijdarê koça dawî kir.
Niştîmanperwerê Kurd Kemal Ebdî sala 1932an li gundê Gazê yê Efrînê jidayik bûye ku yek ji wan kesên yekem car sala 1961ê li herêma Efrînê agirê Newrozê pêxistiye ye.
Siyasetmedar Ebdî sala 1964an tevî 84 endamên PDKê ku Dr. Nuredîn Zaza û sekreterê partiyê Osman Sebrî jî di nav wan de bûn, hatiye zindanîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin