PeyamaKurd - Hat ragihandin ku endamê Encûmena Xwecihî yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ji aliyê endamên Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ve hatiye revandin û çarenivîsa wî nediyar e.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, endamê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê, Muhammed Esad Qasim ji aliyê MÎTê ve hatiye revandin ku ev zêdetirî mehekê bû li Encûmena Xwecihî dest bi kar kiribû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, navçeya Bilbilê ya Efrînê jî piştî dagirkirina herêmê niha di bin kontrola komên çekdarên bi ser Tirkiyê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin