PeyamaKurd - Ji tirsa êrişên teroristî û revandina wan, hikumeta Birîtanyayê, welatiyên xwe agahdar dike ku serdana Îraqê nekin.
Wezareta Derveya Birîtanyayê di beyannameyekê de, daxwaz ji welatiyên xwe dike, bi ti awayî serdana naverast û başûrê Îraqê nekin ji tirsa êrişên teroristî û revandina wan.
Her di wê ragehandina Wezareta Derveya Birîtanyayê de hatîye gotin, çimkî rewşa ewlehiya Îraqê cîgir nîye, pêwîst e bi hişyarî ve serederî li gel bê kirin, nemaze jî di vê demî de, ku cejn e û bêhnvedan heye, egerên êrişkirinê zêdetir dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin