PeyamaKurd- Hilbijartina Tirkiyê ya di 24 ê hezîranê de, wê ji aliyê 8 rêxistinên navdewletî de ku bo şopandin û çavdêriyê seredana Tirkiyê kiribûn, akreditasyona wan ji aliyê Dezgeya Bilind ya Hilbijartinê de hat qebûlkirin.
Rêxistinên ku Dezgeya Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkiyê bo şopandin û çavdêriya hilbijartina Tirkiyê ya serokkomariyê û parlementeriyê îzna wan daye da bişopînin bê hilbijartin bi awayeka dadwerî, azad û zelal tê birêvebirin an na, ev rêxistinin:
Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Awrûpa, REHA Asembleya Parlementeran, Meclisa parlementeran ya Konseya Awrûpa, Asambleya Parlementer ya Behra Sipî, Asambleya parlementer ya Hevkariya Aborî ya Behra Reş, Asambeleya Welatên bi Tirkî Diaxifin, Konseya Tirk û Rêxistina Şanhay ya Hevkariyê.
Van rêxistinên ku îzna wan derketiye, wê roja hilbijartinê û di hilbijartinê de xebatên xwe bimeşînin. Çavdêr, wê bi taybetî karbibin roja hilbijartinê, di dema dengdayîn, jimartina dengan û xistina ser kaxezan de, bê ku wezîfa wezîfedaran asteng bikin, dikarin her pêvajoyê bişopînin û raporên xwe amade bikin.
Çavdêr, wê di hilbijartinê de karibin binêrin bê ûsûla (standart) hilbijartinên navdewletî tînin cîh an na, pêvajoya propogandayê, tevlîbûna hilbijartinê, karê hilbijartin û kiryarên wê, dê karibin di van mijaran de raporan amade bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin