PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Îranê ragihand, di 24 saetên dawî de 127 ji nexweşîna Covid-19 can dane û hejmara miriyên ji vîrusa korona bûye 1812 kes.
Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cehanpûr, îro 23yê Adarê di civîna rojnamevanî ya li Tehranê de da xuyakirin, ji doh ve 1411 haletên nû yên tûşbûna bi Covid-19 li Îranê hatine tomarkirin û hejmara giştî ya kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Îranê tûşî vê vîrusê bûne, gihîştiye 23 hezar û 49 kesan.
Kiyanûş Cehanpûr got, di nava 24 demjimêrên borî de 127 kesên din ji nexweşên koronayê can dane.
Li gorî daxuyaniya Cehanpûr ji destpêkê ve heta niha 1812 kes ji tûşbûyên vîrusa Covid-19 li Îranê can dane û heta niha 8 hezar û 376 kes jî ji nexweşînê baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin