Ji YNKê bo PDKê: Daxwaz pêk neyên, em nabin berpirsiyar

Ji YNKê bo PDKê: Daxwaz pêk neyên, em nabin berpirsiyar

PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre di civîneke rojnamevanî de ragihand,  heger YNK di hikûmeta nû de nebe şirîka rastîn di biryardanê de nabe berpirsiyar.

Polîtburoya YNKê li ser mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û amadekariyên civîna bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re, civînek li dar xist. 

Sedî Ehmed Pîre piştî civînê daxuyakirin, wan di civînê de tekezî kiriye ku divê YNKê bi awayekî rasteqîne li Herêma Kurdistanê şirîka deshilatê be û rola wê di warên siyasî, aborî, emnî û birêvebirinê hebe.

Pîre herwiha got, “Heger ev daxwazên me neyên cîbicîkirin YNK di biryardanê de nabe berpirsiyar.”

Sedî Ehmed Pîre destnîşan kir ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ew venagerin ser rêkeftina 50 bi 50 ya berê û got, “Divê rêkeftineke siyasî were kirin û postên hikûmetê di civînên girtî de yekalî bikin.”

Hêjayî gotinê ye, piştû du rojan şanda PDKê li Silêmaniyê li ser pêkanîna hikûmetê bi YNKê re dicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin