Erka Stoltenberg, salek din jî dirêj bû

Erka Stoltenberg, salek din jî dirêj bû

PeyamaKurd- Li gorî hat îdiakirin, Jens Stoltenberg ê ku nêzî 9 sal in Sekreterê Giştî yê NATOyê ye, dê saleke din jî vê erka xwe berdewam bike.

Hat îdiakirin ku di nav 31 welatên endamên NATOyê de li ser dirêjkirina erka Jens Soltenbergê ku Sekreterê Giştî yê yê NATOyê ye lihevkirin çêbûye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransî AFPê, li ser esasê nûnerên welatên endam, Stoltenberg dê salek din heta Îlona 2024an li ser erka xwe bimîne û tê payîn ku biryar dê hefteya bê bi fermî bê ragihandin.

Bi vê biryarê re Stoltenberg dê wekî Sekreterê Giştî beşdarî pîrozbahiya 75emîn Salvegera Hevpeymaniyê ya ku dê di Tîrmeha 2024an de li Washingtona paytexta Amerîkayê were lidarxistin, bibe. 

Serokwezîrê berê yê Norwêcê Stoltenberg, 64 salî ye û ev nêzîkî 9 sal in ku Sekreterê Giştî yê NATOyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin