PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên NATOyê ve hat ragihandin, biryar hat dayîn ku erka Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg cara çaremîn saleke din were dirêjkirin.
Li gorî daxuyaniya NATOyê, welatên hevpeyman li ser dirêjkirina erka Stoltenberg ku dê di 30ê Îlonê de biqede, li hev kir.
Hat zanîn ku biryar dê di navbera 11 û 12ê Tîrmehê de li Vilnius a paytexta Lîtvanya bê lidarxistin. Hat ragihandin ku dê di lûtkeyê de ji aliyê serokên dewlet û hikûmetan ve bê qebûlkirin.
Bi vê biryarê Jens Stoltenberg dê heta 1ê Cotmeha 2024an wekî Sekreterê Giştî yê NATOyê kar bike.
Stoltenberg jî di derbarê mijarê de daxuyaniya û got ku "Bi biryara hevalbendên NATOyê ya dirêjkirina erka min bi rûmet im."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin