Serokwezîr: Herêma aram û dijefirînê Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kir

Serokwezîr: Herêma aram û dijefirînê Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kir

PeyamaKurd – Li ser damezirandina herêma aram û dijefirînê li Başûrê Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peymak belav kir û diyar kir; herêma aram û dijefirînê, Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Beriya 30 salan, biryara 688 a Encûmena Asayîşa Navdewletî, bûye sedema damezirandina herêma aram û dijefirînê, ku Kurdistan ji komkujiyeke din rizgar kir.”

< >

Berî 30 salan bi biryara 688an a Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî, herêma aram û dijefirînê li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin, bi wê yekê re jî Kurd ji êrîşên rêjîma Beis a Iraqê ya rûxandî hatin parastin.

Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyayê, di her du salên 1991 û 1992an de li Iraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî balafiran li bakur û başûrê Iraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina Kurd û Şîeyan ji zulma Bexdayê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin