PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump dewletên Hondurasê, Guatemala û El Salavadorê bi birîna alîkariya ji ser wan, wan tehdîd kir. Trump tehdîda xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. Di beyana ewilî de Trump weha got:
“Ew kesên ku bi rêya qaçax were Amerîkayê, berya ku wan dagerînin welatê wan, dê bên girtin û binçavkirin.”
Di beyana diyem de Trump weha got:
“ Îro em agahdar bûn ku welatên Honduras, Guatemala û El Salvador musade didin ku hemwelatiyên wan an qaçaxên welatên din derbasî Amerîkayê bibin. Eger ew îzin bidin ku bikevin nav sînorên me an seredana welatên me bikin, me ji wan re got ku em ê temamê alîkariyên xwe bo wan bidin rawestandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin