Goran pistgirî da namzediya Mesrûr Barzanî: Gelekî serkeftî ye...

Goran pistgirî da namzediya Mesrûr Barzanî: Gelekî serkeftî ye...

PeyamaKurd – Piştî ku PDKê namzedê xwe yên serokwezîrî û seroktiya Herêma Kurdistanê eşkere kirin, Tevgera Goran daxuyanî da.

Endamê Encûmena Niştîmanî ya Goranê Xelîl Serkanî li ser namzediya Mesrûr Barzanî bo serokwezîriya hikûmeta Kurdistanê got, “PDK di hilbijartinan de bûye partiya yekem û mafê wan ê namzedên xwe yên seroktî û serokwezîrtiyê diyar bikin heye.”

Serkanî li ser namzediya Mesrûr Barzanî bo serokwezîrtiyê jî wiha axivî: “Mesûr Barzanî di xebatên xwe yên siyasî û yên din de heta niha xeteke gelekî serkeftî şopandiye. Em serkeftina hikûmeta nû dixwazin û piştgiriyê didin. Heger serokwezîrê nû li hember Goranê xwedî helwesteke baş be, em ê jî piştevaniya wî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin