PeyamaKurd- Ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ve hat ragihand ku 10 bermîlên ku 2,5 ton uranyuma xwezayî tê de ne, li cihên ku berê li Libyayê hatibûn diyarkirin, nehatin dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, roja 14ê Adarê çavdêrên IAEAyê dîtin ku li cihê ku berê di dema xebatên çavdêriyê de ji aliyê rayedaran ve hatibû diyarkirin, li Libyayê 10 bermîlên ku 2,5 ton uranyuma xwezayî tê de hene, nehatine dîtin.
Di daxuyaniyê de navê herêma ku uranyuma lê tê depokirin nehat eşkerekirin û hat diyarkirin ku ew der ne li herêmên di bin kontrola dewletê de ye.
Hat diyarkirin ku Rêvebirê IAEAyê Rafael Grossi, di derbarê rewşê de dewletên endamên rêxistinê agahdar kirine û rayedar ji bo tespîtkirina uranyuma ji herêma diyarkirî çawa hatiye derxistin û niha li ku ye dixebitin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin