PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi fermana Şûraya Bilind ya Ewlehiya Netewî ya Îranê û pesendkirina rêberê Îranê Elî Xanimeyî, hemû girtîyên ku bi tohmetên endamtiya komên cîhadî yên tundrew hatine girtin bi merc têne berdan.
Li gorî biryarê, heger ew girtiyên cîhadî yên tundrew ku tê gotin hejmara wan 250 kes in, mercê Îranê yên encamdana çalakiyên terorîstî li dijî berjewendiyên; Amerîka, Ewropa, Îsraîl, dewleta navendî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê qebûl bikin, wê werin azadkirin.
Hat zanîn mercên rejîma Îranê ji bo azadkirina wan cîhadîyan ew e ku divê operasyonên xwekujiyê qebûl bikin, destpêkê li nav DAÎŞê, El-Qaîde, Ensar El-Îslam û piştire li yekeyên operasyonên lezgîn ên derveyî sînoran yên spaha Pasdaran û hêzên derveyî yên Spaha Quds û Wezareta Îtila`atê de xebatê bikin.
Li gorî nûçeyên medya Îranê, cîhadiyên tundajo divê li dijî berjewendiyên “Amerîka, Ewropa, Îsraîl, dewleta navendî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, opozîsyona Îranê û qat û taxên cuda ên xelkê Kurdistanê, çalakiyên lezgîn (operasyonî û xwekujî û kiryarên teqîneyî) pêk bînin û ligel fermanên rejîmê pêngavan biavêjin daku bêne azadkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin, wê ew kesên cîhadî piştire jî perwerdeya modern a leşkerî û pêşketî bibînin û car din werin birêxistinkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin