PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, li ser şermezarkirina Amerîkayê ya destwerdana hêzên Îranê ya li dijî xwepêşandanan, peyamek da. Kenanî, vê helwesta rayedarên Amerîkayê, wekî ‘durûtî’ pênase kir.
Rêveberiya Washingtonê, li ser xwepêşandanên ku ji ber kuştina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne û di vê çarçoveyê de destwerdana xwendekarên zanîngehê hatiye kirin de daxuyaniyek dabû û destwerdana hêzên emnî yên Îranê ya li dijî xwepêşandêran şermezar kiribû.
Li ser vê helwesta rayedarên Amerîkayê, Nasir Kenanî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî, daxuyaniyek da û bi rêya daxuyaniyê, bertekeke tund nîşanî vê helwestê da.
Kenanî di peyama xw de got ku “Hemû kesên li cîhanê dijîn, rûyê rastîn ê Amerîkayê yê di derbarê mafên mirovan de li Filîstîn, Efxanîstan, Iraq, Yemen, Lîbya, Suriye û heta li ser axên Amerîkayê bixwe jî dîtiye.”
Heta ku Birêz Joe Biden xwe li ber parêzvaniya mafên mirovan xweş dikir, di derbarê welatê xwe de bifikiriya, dê baştir bûya. Lê belê ya rast, hewcedariya durûyan, bi fikirînê tuneye.”
Duh, ji aliyê Berdevkiya Koşka Spî ve hatibû ragihandin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, di dema çûyîna Porto Rikoyê de di balafirê de daxuyaniyek daye rojnamevanan û bi rêya daxuyaniyê, destwerdana hêzên emnî yên Îranê ya li dijî xwendekarên zanîngehê, şermezar kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin