PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê sizayê îdamê bi ser hatibû sepandin bidarve kir.
Malpera mafên mirovan Hengawê ragihandiye ku ew girtiyê Kurd ku doh li girtîgeha navendî ya Ûrmiyê ji bo înfaza wî ji girtîgehê hatibû derxistin, îro danê sibê hatîye bidarvekirin.
Girtiyê ku hatiye îdamkirin Nasir Welîzade (33 salî) ye û xelkê bajarê Bokanê ye.
Welîzade 6 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin