PeyamaKurd- Li bajarê Dêrsimê li navçeya Ovacikê alavekî zirxî yê leşkerî û otomobîlekî sîlvîl lihev ketin û di encamê de yek mir. Di alava zirxî de polîsên hereketa taybet hebûn.
Piştî qezayê ajotvanê erebê Ömer Akyapı di nav erebê de asê ma lê paşî tîmên AFAD û yên 112 yên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û bedena Akyapı ji nav erebê derdixin. Cenazê wî birin nexweşxane ya dewletê ya Dêrsimê bo otopsiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin