Sanda Parlamena Kurdistanê bi vexwendina Helbûsî çû Bexdayê

Sanda Parlamena Kurdistanê bi vexwendina Helbûsî çû Bexdayê

PeyamaKurd - Şanda Parlamentoya Kurdistanê îro serdana paytexta Iraqê Bexdayê dike.

Hat ragihandin ku şanda bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ya bi beşdariya hejmarek parlamenteran îro 03.09.2019ê piştî nîvro digihîje Bexdayê û heta dawiya heftê dê li Bexdayê be.

Hat zanîn ku serdana Bexdayê ya Parlamentoya Kurdistanê, li ser vexwendina fermî ya Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ya ji bo beşdarbûna merasîmên salane yên Yekitiya Parlamenterên Rojavayê Asyayê pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin