Sûdanî bi Mîrê Qeterê re pêshatên deverê û rûdanên li Filistînê diqewimin gotûbêj kir

Sûdanî bi Mîrê Qeterê re pêshatên deverê û rûdanên li Filistînê diqewimin gotûbêj kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê, bi Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed Al Sanî re pêşhatên deverê û rûdanên li Filistînê diqewimin gotûbêj kir.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê ragihand, di wê pêwendiya telefonî de, herdu aliyan tekez li ser çareserkirina wê rewşê û rawestandina opersiyonan û êrîşên li ser Kertê Xezzeyê kiriye. Herwiha tekezî li ser rolê welatên herêmî û navdewletî bi pabendkirina Israîlê û rêzgirtina li qanûnê û mîsaqa navdewletî kiriye, bi rengekî ku siyaseta xwe ya dijminkarane li beranberî gelê Filistînê rawestîne û dawiyê li wan bêrêziyan bîne yên ku li ser ciyên pîroz dike.

Ev di demekê de ye ku Hikûmeta Iraqê helwesta xwe li ser şerê navbera Israîlê û Bizava Hamasê ragihandiye û Wezîrê Derve yê Iraqê di daxuyaniya xwe ya dawî de got: “Helwesta Iraqê li beranberî kêşeya Filistînê nayê guhertin û em ê her bi gelê Filistînê re bimînin.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin