PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand, wan keştiyên şer şandine Behra Sor. Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat gotin, "Di çarçoveya nirxandina rewşê de û di çarçoveya zêdekirina xebatên parastinê yên li herêmê de, keştiyên moşekan ên hêzên deryayî gihîştin herêma Behra Sor."
Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike do ragihandibûn ku ew bi balafirên bêmirov û moşekan li dijî Îsraîlê êrîşan pêk tînin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin, moşeka ku ji herêma Behra Sor ber bi axa Îsraîlê ve hatiye avêtin ji aliyê pergala parastinê ve li hewayê hatiye îmhakirin. Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike ku ji Îlona 2014an û vir ve di bin kontrola paytext Sana û hin herêmên din ên Yemenê de ne, cara yekem e berpirsyariya êrîşên li dijî Îsraîlê radigihînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin