PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di roja duyem a cejna Remezanê de dîsa zeviyên cotkarên kurd li Daqûq û Celewlayê hatin şewitandin. Dîsa îro piştî nîvro jî zeviyên cotkarên Kurd li Mexmurê hatin şewitandin.
Li gorî zanyariyan li nahiyeya Celewlayê û Şêx Bawe agir bi zeviyên cotkararn ketiye û herî kêm 30 donim zeviyên cotkarên kurd hatiye şewitandin.
Tê gotin ku di dema xelk di cejnê de bûn, agir bi zeviyan xistine û xwestine zirarê bidin cotkaran.
Dîsa terorîstên DAIŞê li Daqûqê jî agir bi genimê cotkaran xistine ku agir hatiye vemirandin û kontrolkirin.
Dîsa li Mexmurê jî îro piştî nîvro careke din agir bi dexl û danên cotkarên Kurd ketiye û tê ragihandin ku zêdetirî 110 donim zevî hatine şewitandin.
Tenê îsal li Mexmûrê zêdetirî 15 caran agir bi zeviyên Kurdan ketiye ku ziyaneke mezin gihîştiye dexl û danê cotkaran.
Ev çend sal in terorîstên DAIŞê û erebên li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane, agir berdidin zeviyên cotkarên kurd û ziyaneke mezin digihînin wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin