PeyamaKurd – Li rojhilatê Dêra Zorê, Asayîşê 3 endamên şaneyeke DAIŞê ya veşartî girt.
Navenda Hevahengî û Operasyonên Leşkerî ya QSDê diyar kir, yekîneyên taybet ên Asayîşê, bi hevkariya asmanî ya Koalîsyona Navdewletî, şaneyeke 3 endamî li herêma Zîban a li rojhilatê Dêra Zorê girt. Herwiha hejmareke teqemenî û cebilxane jî bi wan re dît.
Navendê da zanîn, vê şaneyê mayîn diçand û kuştinên plankirî pêk tanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin