PeyamaKurd- Duhî li eyaleta Azerbeycanê li navçeya Melekanê bazirganekî Kurd yê bi navê Sidiq Xalidî ji aliyê hêzên asayîşa Îranê de di nav erebeya xwe de hat kuştin. Ragihandina bûyerê ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Hengawê de hat kirin.
Li gor mirovên Xalidî bo Hengawê gotine, Xalidî di nav erebeya xwe de bûye û asayiş guman kiriye ku di nav erebê de tiştên qaçax hene û bi sîlihan berdanê.
Dema mirovên wî diçin da cenaze bînin, hêzên asayîşê wan tehdîd dikin û dibêjin ku wê dadgehê bi sûcdariya hêzên asayîşê agahdar nekin an ku li dadgehê nebin dawedar.
Nûfûsa Xalidî li ser gundê Ermînak a girêdayê bi Miyandaye ve ye û 2 zarokên wî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin