Serbest Tirwanisî: Bihayê xwîna sehîdan giran e, PKK îro posman bibe ji sibe çêtir e

Serbest Tirwanisî: Bihayê xwîna sehîdan giran e, PKK îro posman bibe ji sibe çêtir e

PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serbest Tirwanişî bi daxuyaniyekê rexneyên tund li PKKê girtin û li ser êrîşa şehîdkirina Pêşmerge got, xwîna şehîdan giran e PKK îro poşman bibe ji sibehê baştire.

Serbest Tirwanişî da xuyakirin, êrîşa PKK li nehiya Çemankê ya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê ragihandina şerekî din e li dijî Herêma Kurdistanê.

Serbest Tirwanişî da zanîn êrîşa PKKê la ser Pêşmerge, şerekî bi wekalet e li pêş hemû dijimnian li ser mîlletî kurd.

Tirwanişî bal kişand ser ku şerkirina li dijî herêma Kurdistanê, şerkirine li dijî hêviyên gelê kurd li her çar parçeyê Kurdistanê û divê PKK vê fam bike û ku ew karê wan kiriye xirabiyeke ji bo wan.

Di berdewamê de Tirwanişî bi tûndî bersiva êrîşên PKKê da û got: “Eger PKK îro poşman bibe ji sibehê baştire, çunke xwîna şehîdan gelek ezîz e û bihayê wê giran e, biçûk û mezinî ev milet amade ye bo parastina destkeftên xwîna şehîdan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin