Bush: Vekisîna ji Afganistanê sasîyeke mezin e, wê xelk bi destê Talîbanê bên kustin

Bush: Vekisîna ji Afganistanê sasîyeke mezin e, wê xelk bi destê Talîbanê bên kustin

PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush li ser vekişîna hêzên amerîkî ji Afganistanê piştî 20 salan ragihand ku vekişîna NATOyê ji Afganistanê şaşiyeke mezin e û xelkê Afgan bi tenê hatine hiştin ji bo ku çekdarên Talîbanê wan bikujin.

George W. Bush di daxuyaniya xwe de got, şaşî di wê yekê de ye ku keç û jinên Afganî dê rastî êş û janê werin û ji aliyê çekdarên Talîbanê ve werin kuştin.

Di payîza 2001ê de piştî êrîşên 11ê Îlonê yên El Qaîdeyê bi ser Amerîkayê de, bi biryara George W. Bush, hêz ji bo Afganistanê hatin şandin ku ew der wekî hêlîna Qaîdeyê bû.

Li ser vekişîna hêzên navdewletî ji Afganistanê, Bush gotiye: “Angela Merkel jî weke min difikire.”

Hêjayî gotinê ye, dema Donald Trump serokê Amerîkayê bû di meha Sibata îsal de Amerîka û Talîbanê rêkeftinek îmze kirin ku Talîbanê soz daye êrîşî artêşa Amerîkayê neke û veguhestina cîhadiyên El Qaîdeyê û DAIŞê ji wî welatî, bide sekinandin.

Li hember vê, Amerîkayê artêşa xwe vekişand, tevî wê NATO jî ji Afganistanê vekişiya ku niha piraniya bajar û bajarokên Afganistanê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatine kontrolkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin