Rayedarê Leskerî yê YEyê: NATO dê destwerdana ser neke!

Rayedarê Leskerî yê YEyê: NATO dê destwerdana ser neke!

PeyamaKurd- Serfermandarê Leşkerî yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Herve Blejean, guftûgo û îdiayên li ser şandina leşkeran a ji bo Ukraynayê red kirin.

Herve Blejean, li dijî gotinên Sekreterê Giştî yê berê yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen ku gotibû, “Dibe ku hêzên NATOyê, ji bo Ukraynayê bên şandin.” derket û got ku

"Tiştekî wiha ne pêkan e. Şandina hêzên bejahiyê ya ji bo Ukraynayê, tê wateya bûyîna aliyekî şer û ketina şerê bi Rusyayê re. Kes vê yekê naxwaze, ne NATO û ne jî Yekîtiya Ewropayê. "

Blejean xwest ku ji bo wendakirina çekên rojavayî yên ku ji Ukraynayê re hatine şandin amade bin û tekez kir ku tu tanqên Leopard ji Ukraynayê re ji bo pêşandanê nehatine şandin.

Herve Blejean destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe, êrîşa dijber a Ukraynayê dê pevçûnê bi dawî neke.

Sekreterê Giştî yê berê yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen berê pêşniyaz kiribû ku leşkerên NATOyê dikarin rasterast beşdarî şerê li Ukraynayê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin