PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi helkefta Cejina Remezanê, li Koşka Spî resepsiyonek da. Biden, di resepsiyonê de pêşwaziya rûspiyên Amerîkayî yên misilman kir.
Joe Biden, di resepsiyona Cejina Remezanê de got ku ‘Misilmanên Amerîkayî, welatê me bihêztir dikin.’Biden bal kişand ser azadiya baweriyan û da zanîn ku ev azadî, yek ji bingeha nirxên Amerîkayê ye.
Serokê Amerîkayê Joe Biden da zanîn ku derziyên Covid-19ê jî di nav de tevkariya misilmanan di pêşveçûna her qada jiyanê de çêbûye. Melayê Mescîda Muhamed,Talîb Şerîf jî di bernameyê de axivî û ji bo biratiya nav civakên cuda û parvekirinê, spasiya Joe Biden kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin