Ji Parîsê bo Barzanî: “Firset Sofî dostekî hêja bû”

Ji Parîsê bo Barzanî: “Firset Sofî dostekî hêja bû”

PeyamaKurd – Şaredara bajarê Parîsê ya Fransayê Anne Hidalgo, bi sedema wefata parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî, bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê şand.

Hidalgo, bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bi sedema wefata parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî şand û got ku Herêma Kurdistanê û xelkê Hewlêrê siyasetmedarekî Kurd ê hêja wenda kiriye.

Şaredar Hidalgo got ku rola Sofî di dostaniya her dû bajaran de gelek heye lê jidestçûna Sofî weka wendakirina dostekî ragihand û got ku di temmûza sala 2019 an de, her dû bajêr Hewlêr û Parîs weka du bajarên bira hatibûn îlankirin.

Hidalgo di peyama xwe de li ser navê xwe û Parîsê bo hukumeta Herêma Kurdistanê û malbata Firset Sofî sersaxiyê araste kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin