PeyamaKurd – Polîsê Leşkerî yê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê, jinên ku li Efrînê hatine revandin, radestî çekdarên El-Hemzat ên li herêma Basûtê kirin.
Li gorî çavkaniyên ji bajarê Efrînê, Polîsên Leşkerî yên girêdayî artêşa Tirkiyê li Efrînê, ew jinên ku ji hêla çekdarên El-Hemzat ve hatibûn revandin, dîsa radestî wan kirin.
Hêjayî gotinê ye, 28ê Gulanê piştî pevçûneke navxweyî ya di navbera çekdarên koma El-Hemzat de, jinên revandî yên ji Efrînê di girîtgeha wan de hatibûn dîtin û ji wir hatibûn derxistin.
Niha polîsê leşkerî yê Efrînê ku girêdayî artêşa Tirkiyê ye, ew jin ji nû ve radestî wê komên kirin û şandin girtîgehên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin