Amedsporê pistgirî da Cizresporê: Em we fêm dikin…

Amedsporê pistgirî da Cizresporê: Em we fêm dikin…

PeyamaKurd – Piştî ku Tîma Cizrespor a Futbolê ku di Lîga 3yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de dilîze, ji ber reftarên nijadperestî li hemberî wan vekişîna xwe ya ji lîgê ragihand, Amedsporê piştgirî da Cizresporê.

Serokê Amedsporê Metîn Kilavuz got, “Ji ber ku em jî rastî kiryarên mîna yên we tên, em ji biryara Serokê Cizresporê Maruf Sefînç têdigihên.”

Kilavuz nerazîbûna xwe dijî Desteya Hakemên Tirkiyê ku biryarên nerast ji bo Cizresporê û Amedsporê didin anî ziman û got: “Ji ber wê jî em ji biryara Serokê Rêzdar Marûf Sefînç a vekişîna ji lîga Tirkiyeyê têdigihin.”

Cizrespor ji ber zilma hekem û reftarên nijadperest ji lîgê vedikişe

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin