PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Nîzîpê ya Dîlokê, di derbarê şofêrê ku bû sedema mirina 2 jê rojnamevan 16 kesên di qezaya trafîkê ya li Dîlokê de doz vekir.
Li gor zanyariyan, di 20ê Tebaxê de li ser rêya Dîlok û Rihayê otobusek li yên ku tevdîrê qezayek qewimî bû digirtin qelibîbû û 2 jê rojnamevan 16 kesan can dabûn. Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Nîzîpê derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû û derbarê bûyerê de dozname hat amadekirin.
Li gor hat ragihandin, di derbarê şofêr Abdulkadîr M. ê girtî de ji tawanbariya “bûye sedemê mirina ji kesek zêdetîr a biqisûr û birîndariyê” doz hat vekirin. Di doznameyê de ji şofêr re heta 22 sal û nîvan cezayê hefsê tê xwestin. Doznameya ji aliye Serdozgeriya Nîzîpê ve hat amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Nîzîpê ve hat pejirandin.
Herwiha di doznameyê de hûrguliyên qezayê, raporên heyeta pispor û îfadeyên şahidan cih digirin. Di doznameyê de hatiye xwestin ku şofêr were cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin