Agir bi mezintirîn bazara Esxerî ya Mehabadê ket

Agir bi mezintirîn bazara Esxerî ya Mehabadê ket

PeyamaKurd – Li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, agir bi mezintirîn bazara Esxerî ket, herwiha ji ber dûman û agir, çend kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, saet di derbarê 00: 30 nîvê şeva derbasbûyî de, agir bi mezintrîn bazara Esxerî ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ket. Li gorî şahidhalan, ji ber dûman û agir çend kes birîdar bûn.

Ajansa fermî ya Îranê diyar kir, heta serê sibê agirê ku bi bazara Mahabadê ketiye, nehatiye kontrol kirin.

Ji bo temirandina agir, hejmareke mezin ya tîmên agirkuj hewl didin. Hejmareke zêde li derdorê kom bûn û ji ber qerebalixiye, rayedaran ji hemwelatiyan xwestin ku xwe ji deverê dûr bixin

Bazara Esxerî ya Mehabadê, yek ji giringtirîn bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û nêzikê 500 dikan tê de hene. Dahatina hejmareke mezin ya xelkê Mehabadê li ser wê bazarê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin