PeyamaKurd – Li navçeya Bismila Diyarbekirê, xwendekar Reyhan Dîrekçî ya di encama êrîşeke çekdarî ya li dibistanekê de birîndar bûbû, can da.
Li gundê Uluturk ê bi ser navçeya Bismila Diyarbekirê ve li Lîseya Anadolû ya Fatîhê êrîşek çekdarî çêbû. Di encama êrîşê de Reyhan Dîrekçî ya ku diçe pola 11an birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, tevî hemû mudaxileyên tibî jî nehat rizgarkirin û can da.
Cenazeyê Dîrekçî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê û hat îdiakirin ku xizmek Dîrekçî ku hatiye dibistanê êrîş pêk aniye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin