PeyamaKurd - Li Tirkiyê li Parêzgehiya Manisayê serê sibe êrîşek çekdarî hat kirin, derbarê êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Turgutluyê li ber lîseyekê pêk hat de daxuyanî hat dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, êrîş îro saet di 08.00ê de li taxa Albayrakê li ber Lika Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya İnci Üzmezê rû daye.
Di encama êrîşê de 8 kes birîndar bûn birîndar li nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Parêzgehiyê ragihand ku kesê êrîşkar bi serfketî hatiye girtin û lêpirsîna li ser bûyerê bi berfirehî berdewam dike.