PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) orgeneral Kenneth McKenzie ragihand ku pêvejoya vekişîna ji Afxanistanê temam bûye. McKenzie bi berdevkê wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bi John Kirby re derketin ber çapemeniyê. Fermandarê CENTCOM ê McKenzie weha got:
“Ez li vê derê me da ragihînim ku mîsyona me ya derxistina hemwelatiyên Amerîkayê û Afxanên sîvîl yên bê parastin ji welatê Afxanistanê temam bûye. Balafira dawiyê ya C-17 di 30 yê tebaxê de bi wexta me, siet di 15.29 an de ji balafirgeha Hamîd Karzaî bi hewa ket. Balafirên me yên bi pîlot niha ji seha hewayî ya Afxanistanê vedikşin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin