PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Koyê kurtedemek berê erdhejeke bi dijwariya pileya 5,9an rû da.
Li gorî zanyariyên çavdêrxaneyên erdhejê, erdhej vê sibehê li demjimêr 08:50 çêbûye û navenda erdhejê bajarê Koyê ye. Hat zanîn ku erdhej di kûrahiya 5,22 kîlomteran de çêbûye.
Erdhej ji bilî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî bi taybet li Wanê hatiye hîskirin ku metirsî heye ziyanên wê erdhejê hebin.
Hîn derbarê ziyanên erdhejê de ti agahiyên zelal belav nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin