Li bakurê Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê zêde dibin

Li bakurê Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê zêde dibin

PeyamaKurd – Dengdana hilbijartinên herêmî didome. Li bakurê Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê zêde dibin. Ji bajarên kurdan ên Şirnex, Amed, Riha û Dêrsimê nûçeyên binpêkirinan dihên ragihandin.

Li bajarê Şirnexê ku bi hinartina dengdêran di rojêvê da ye, ji danê sibehê ve dengdan didome. Hat ragihandin ku endamên AKPê (berpirsên binkeyan) di dema dengdanê da bi awayekî nefermî ketin dibistanan û çavdêrîya proseya hilbijartinê kirin. Li binkeya 114an a li Dibistana Edib Başer 317 kes hene ku bi tenê 6 ji wan şirnexî ne û 311 kesên mayî leşkerên ku vê dawîyê li bajêr hatine bicihkirin.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ BI SEDAN POLÎS Û JOH HATINE BICIHKIRIN

Ji alîyê din ve li bakurê Kurdistanê bi sedan polîs û Hêzên Taybet ên Cendirmeya (JOH) hatine bicih kirin. Gelek ji vana li binkeyên ku îqameta wan ne li wir e deng didin. Li gorî zanyarîyên berdest li dibistaneke li Xelfetîyê li sindoqa 142yan bêyî ku ‘belgeya berpirsyarîyê ya hilbijartinê’ tine be bi awayekî komî deng didin û ji wir diçin devereke din û li wir jî dengan didin.

ÇAVDÊRÎKIRINA ÇAVDÊRAN DIHÊ ASTENGKIRIN

Li Cizîrê li hinek dibistanan nehiştin çavdêrên HDPê çavdêrîya dengdanê bikin. Polîs nahêlin ku çavdêr vê rewşê bi zebitnameyekê tomar bikin.

LEŞKER TEVÎ UNÎFORMAYÊN XWE DENGÊ XWE BI KAR TÎNIN

Li Bêşebabê, li hinek dibistanan, tevî ku neqanûnî ye leşker bi unîformayên xwe beşdarî proseya hilbijartinê dibin û dengê xwe bikar tînin.

Li sindoqeke li Lîseya Xelfetîyê gelek polîsên ku ji Mêrsînê hatin hinartin deng dan.

Li Xozata Dêrsîmê hewil hat dayîn ku dengdan dubare û sêbarê bihên bikaranîn û ev rewş bi girteyekê hatîye tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin