PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îro 4ê Nîsanê bi sedema ku rêyên hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê bi encam nebûne, 32 ji 34 serlêdanên li ser qedexe û bûyerên Silopî, Cizîr û Sûrê yên salên 2015 û 2016an red kir.
Hat ragihandin, sedema redkirina wan 32 serlêdanan ew e ku hîn ji serlêdanên dadgeha destûrî (AYM) ya Tirkiyê encam derneketine û ji ber encam nedana rêyên hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê jî ew serlêdan li DMMEyê hatine redkirin.
Di biryara DMMEyê de hat bibîrxistin ku divê pêşî giliyên xwe bigihînin dadgehên Tirkiyê ku hat diyarkirin, hîn serlêdanên şexsî ji bo dadgehên Tirkiyê berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin