Wî welatî, Balyozxaneya xwe ya li Stockholmê girt!

Wî welatî, Balyozxaneya xwe ya li Stockholmê girt!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Fasê ve hat dayîn, ji ber şewitandina Qurana Pîroz, wan Balyozê xwe yê li Stockholmê bi awayekê bê dem vekişandiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de bûyer bi tundî hat şermezarkirin û pêngava di derbarê balyozan de hat redkirin.

Hat diyarkirin ku Keyê Fasê  Muhammedê 6emîn bi xwe ev ferman daye û di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Helwest û nakokiyên siyasî di navbera welatan de çi dibe bila bibe, Keyîtiya Fasê, vê rûreşkirina baweriya Mislimanan qebûl nake. Dîsa prensîbên toleransê û nirxên gerdûnî bi gihandina nêrînên hinekan û li gorî di heman demê de ji bo baweriyên zêdetirî milyarek Misilman kêm nirxek heye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin