Zelensky serdana Bûçayê kir: Wê dinya wek jenosîd nas bike!

Zelensky serdana Bûçayê kir: Wê dinya wek jenosîd nas bike!

PeyamaKurd – Serokomarê Ukraynayê Volodomir Zelensky, îro 4ê Nîsanê serdana bajaroka Buça ya girêdayî paytext Kîevê kir ku di encama êrîşa artêşa Rûsyayê de, bi sedan sivîl li wir hatine înfazkirin û di gorên komî de hatine veşartin.

Zelensky derbarê hovîtiya ku li dijî sivîlan hatiye kirin de daxuyanî dan rojnamevnan û got: “Wê dinya vê wekî jenosîd nas bike.”

Herwiha Zelensky piştî çavdêriya xwe ya li Buçayê diyar kir, “Em dizanin ku bi hezaran mirov bi îşkenceyan û jêkirina lebatên bedena wan hatine kuştin, destwerdana zayendî li jinan hatiye kirin û zarok hatine kuştin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê dîmenên bajarokê Buçayê li medya civakî û medya cîhanê hatin belavkirin ku di wan dîmenan de, gelek termên kesên sivîl ên destê wan ji paş ve girêdayî li kuçeyan hatin dîtin û herwiha hin gorên komî jî hatibûn dîtin.

Di serî de welatên Amerîka, Brîtanya û Ewropayê komkujiya li Bûçayê hatiye kirin, şermezar kirin û niha tundkirina dorpêçên ser Rûsyayê nîqaş dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin