PeyamaKurd- Di roja ku balafirên Îranê li baregehên her du partiyên Kurdistanê xistin, Îran di serî de got ku ti têkiliya wan bi êrîşê tine ye. Lê paşî rêvebiriya Îranê ragihand ku wê dev ji partiyên Kurdistanê bernedin û li dijî wan çi ji destê wan were bikin.
Niha her roj li esmanê Koyê li ser baregehên her dû partiyan ya HDK û HDKA yê, balafirên bêajotvan digerin. Di roja ku êrîş birin ser baregehan jî, her li esmana balafirên wan digeriyan û kesên pispor balafira wan li ser esmanê Koyê dîbûn.
Pêşmergeyên Kurdistanê yên rojhilat, li dijî balafiran radiwestin lê mijara herî girîng ew e ku ger hevkarên wan yên cahş nebin, Îranî nikarin heya Koyê mudaxele bikin.w
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin